Şehîd Karwan soz dabû û îro soza xwe bicih anî
Ji berî mehekê ve, ev peyama şehîd Karwan bû, ku soz dabû xwe bike qurbaniyê gel û niştimaniya xwe, Karwan soza xwe bi cih anî û îro danê sibê xwe gihande karwana şehîdan.

K24 – Navenda Nûçeyan
Ji berî mehekê ve, ev peyama şehîd Karwan bû, ku soz dabû xwe bike qurbaniyê gel û niştimaniya xwe, Karwan soza xwe bi cih anî û îro danê sibê xwe gihande karwana şehîdan.
Piştî şehîdbûna Karwan, hevalên wî soza tolhildana wî dan, demeke dirêj neçû, heta ew kesên ku destê wan bi xwîna Karwan sor bûbûn, li ser destê hevalên Karwan û fermandeya Germiyanê cezaya xwe birin.
Karwan şehîd bû, lê bi hezaran riya Karwan girtine û soz didin, ku heta serkeftin û gihandina Kurdistanê bi kenara aramiyê bi xebatê berdewam dibin, giyan û malê xwe jî dikin qurbanî.
Di roja yekem ya operesyonê de, Karwan ew kurê Germiyanê piştî du salan li eniyên şer û beşdariya piraniya şerên li dijî DAIŞê li navçeyên curbecur yê Kurdistanê, canê xwe bexşand û termê wî bo dê û bavê wî vegeriya.