Tirkiyê: Berî niha rêveberiya 74 bajaran di destê Camaetê de bûn
Ji hejmara 81 bajarên Tirkiyê.

K24-Navenda Nûçeyan
Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Efkan Ala ragehand ku, beriya salekê ji 7 hezar saloxgeran 6 hezar û 500 kes endamên Cemaeta Gulen bûn û herwiha birêveberê ewlekariya 74 bajaran jî dîsa endamên Cemaetê bûn.
Derbarê vê yekê Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Efkan Ala beşdarî di bernameya televîzyoneke Tirkiyê de kir û da zanîn ku, ev salekê ye ji nav dezgeyên ewlekariyê paqijkirina endamên Cemaeta Gulen berdewam dike û cihê gelekan jî hatiye guhertin.
Ala aşkere kir, cemaeta Gulen hê zêdetir xwe di nav dezgehên saloxgeriyê de bicih kiribû, herwiha ji 81 bajarên Tirkiyê, Birêveberên Ewlekarî yên 74 bajaran jî di destê Cemaetê de bûn.
Ala da zanîn ku, tê plankirin ku hejmara dezgehên saloxgeriya hundir bên zêdekirin û MÎT jî tenê saloxgeriya derveyî welat binêre.