Li Stenbolê operasyonek li dijî endamên DAIŞê
Beriya vê operasyonê, Artêşa Tirkiyê li herêma Cerbalûsê ya Sûriyê ku tê de endamên DAIŞ'ê hene operasyon da destpêkirin.
K24-Navenda Nûçeyan
Li Stenbolê li dijî DAIŞ'ê operasyoneke berfireh hatin lidarxistin. Gelek gumanbar hatin desteserkirin.
Polêsên Stenbolê bi piştevaniya firokeyê, li navçeyên Pendîk û Sancaktepeyê operasyon birin ser endamên DAIŞê.
Hat diyar kirin ku gelek kes hatine desteserkirin. Der barê gelek kesan de jî biryara desteserkirinê hatine dayîn.