Rewş a aloz a bakûr û bandor a wê li ser jîyan a civakî

Zeyenedîn Avcil ku doktorê dirana ye, piştî teqawit dibe, hewl daye ku li gundê xwe tesîseke baş vebike. Lê ji ber şer û aloziyên li Bakûrê Kurdistanê mecbur maye ramedanê xwe nîvcû bihêle û hemû karmendên xwe ji kar derbixe. Avcil dibêje: min xwest ez vegerim welatê xwe û şûneke xizmetê ya baş çê bikim lê rewş buye asteng.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/464e8afe-d0fc-4c51-888e-1fede7402a57/RewshaAloziLeBakurAstenbeLiSerJiyanaCivaki.ism/manifest

K24- Hewlêr

Zeyenedîn Avcil ku doktorê dirana ye, piştî teqawit dibe, hewl daye ku li gundê xwe tesîseke baş vebike. Lê ji ber şer û aloziyên li Bakûrê Kurdistanê mecbur maye ramedanê xwe nîvcû bihêle û hemû karmendên xwe ji kar derbixe. Avcil dibêje: min xwest ez vegerim welatê xwe û şûneke xizmetê ya baş çê bikim lê rewş buye asteng.

Demaku hûn ji rêya ji Diyarbekir, Batman û bajarên ku li başûrê Bakûrê Kurdistanê dimînin de, bikevin geliyê Betlîse û ber bi Bakûr ve biçin 10 km derveyî betlîse di kuntera çiya de, çirên avê yên li gel hev û li ser hev diherikin dibinin ku bi teşeya xwe wê şûnê xemlendine.

Ev tesisa masiyan, ji aliyê Zeynedîn Avcil ve li binaya gundê wî bi hêviyên mezin hatiye çêkirin. Lê Avcil dibeje wî teqrîben 2 milyon dolar li ser vê saziyê xerc kiriye bes niha gelek tengasî dijî. Avcil bal dikşîne ku wî xwestiye derfetên xwe û yên xwezayî bîne gel hev û şûneke xizmetêyê baş çêbike.

ZeynedînAvcil (XwediyêTesîsê), dibje: "Di bine xwe de, av jîheye, erdjîheye û hilberina masiyan jî pêwiste bo Betlîsê. Min mesrefê xwe kir, krê dîkişand, hinek jî sermiyanê xwe min kir ser û vê tesîsê ava kir."

Zeynedîn Avcil, asil karê xwe Doktoriya dirana ye, demek dirêj li bajarên Rojavayê Tirkiyeyê maye û dibêje ji karê wî jî duhatiyeke wî ya baş hebû ye. Lê wî xwestiye ku li welatê xwe, xizmeteke baş bike. Avcil, beriya vira saz bike perdehiya xwe dîkirin û hilberandina masiyan girtiye û ji xwaringehê heta çêkirina otele jî di nav tesîsê de plan kiriye.

Di nav vê binayê de, ciyên hilberina masiyan heta restûrant û odeyên otelan hatine çêkirin. Lê piştîku şer û pevçûn dest pê dikin, her tişt wek xwe dimîne û piştre jî paş dediçe.

ZeynedînAvcil (XwediyêTesîsê),got:"NihaTengasîheye, niha xelqê me ji tirsan nikare mola bide. Bi rastî dema me di 2008-an de vekirin, rewşh jî beştir bû. Wê deme mêvanê me hebûn, hetinçûyîn baş bû. 15 kes xebatkarên min hebûn."

Di vê tesîsê de, 2 cure masîtên hilberandin ku curyekî jê "Labras" e û li Bakûrê Kurdistanê tenê li vê tesîsê heye. Masiyê "Labras" kuji ava sar hez dike û tenê li avên çemen behra reş de hene, li vir jî tê hilberandin. Salê 2 milyon yanî 212 ton masî ji vê tesîsê derdikevin. Ger ku rewşa sayî bibe Avcil dixwaze hemû derfetan disa jî bike xizmetê.