Karvedan serdan Barzanî bo Turkîyayê berdewame

Ji bo serdana Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî reaksiyonên siyasî berdewam dikin. Siyasetmedaran balkişand li ser serdana Barzanî û li gorî wan Barzanî di proseseke krîtîk de hatiye Tirkiyê.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/cf8b5752-914b-407f-9cb6-1c8ad9ed80c2/SerdanaBarzanIUReaksiyon.ism/manifest

K24- Hewlêr

Ji bo serdana Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî reaksiyonên siyasî berdewam dikin. Siyasetmedaran balkişand li ser serdana Barzanî û li gorî wan Barzanî di proseseke krîtîk de hatiye Tirkiyê.

Siyasetmedarên Tirkiyê serdana Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî û hevdîtinên ku ligel Serokkamarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokvezîr Bînali Yildirim re kirin nirxandin û gotin ku di demeke giring de ev serdan hatiye kirin. Bi taybetî di hevdîtinên Barzanî de prosesa çareseriyê cihekî giring girt û gotina wî ya ku di heremê de wê guherînên mezin pêk bên jî di sîyaseta Enqerêyê de deng veda.Parlamenterê HDPê Mîthat Sancarhevdîtinên Barzanî yên li parlamentoyêku ji nêzîk ve şopandibû balê kişand ser wan bûyerên beriya hatina Barzanîû piştî çûyîna qewmînên ku li Tirkiye û bakur pêk tên.

Prof. Dr. Mîthat Sancar - Parlamenterê HDPê, got:"Guhertineke muhtemel a li herême kubirêz Barzanî qal dike tê vê wateyê. Ez dikarim bêjim ku di hevdîtinên bi Barzani re naveroka sereke operasyona Mûsilê bû. Wê ev operasyon li Mûsilê nemîne û ber bi Reqqayê ve berfirehtir bibe."

Sîyasetmedar di şiroveyên xwe de bi taybetî rave dikin ku roj bi roj li herêmê lîstik bi destê hêzên emperyalîstên cûrbecûrtevî listikvanên cûda tên lîstin. Parlamenterê CHPê Nîhat Yeşîl jî bal kişand li ser giringiya serdana Serokê Kurdistanê Barzanî û helwesta Tirkiyê ya di paşerojê de ku dê di vê meseleyê de bi çi awayî reng bide

Nîhat Yeşîl (Parlamenterê CHP'yê), got:"Yarastî ji bo fêmkirina bûyerên li herêmê û hatina Birêz Barzanî divê helwesta Tirkiyê baş bê dîtin. Sibêyên ku wekhevalbendtên dîtin, êvarî jî dibin "terorist." Di vê rewşa aloz de Tirkiye bi tenê dikare yekîtiya xaka cinarê xwe biparêze.

Sîyasetmedar di heman demê de bi nêrîneke cûda operasyona Cerablûsê dinirxînin. Li gorî wan wê operasyon bi tenê li Cerablûsê rawest e û nepeke ber bi Minbîcê, an jî Efrînê ve. Ji bo prosesaçareseriyê jî sîyasetmedar rave dikin ku pêwîste HDP û Qendîl jî bibin wek muxatabê Enqereyê.