Dengvedan a operasyûn a Turkîya li Cerablus

Nîqaş û helsengandinên Operasyona Tirkiyeyê ya li ser Cerablusê hem li Tirkiyeyê hem jî li dinyayê berdewam e.Li gor pisporan armanca sereke şerê li dijî DAÎŞê ye ,lê Tirkiye dikare rastî YPG bê û bên pêşberî hev.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/a8fed9d1-ac8b-4a3f-b7da-3cd7076392dd/DengvedanaOperasyonaCerablus.ism/manifest

K24- Istanbûl

Nîqaş û helsengandinên Operasyona Tirkiyeyê ya li ser Cerablusê hem li Tirkiyeyê hem jî li dinyayê berdewam e.Li gor pisporan armanca sereke şerê li dijî DAÎŞê ye ,lê Tirkiye dikare  rastî YPG bê û bên pêşberî hev.

Operasyona Cerablusê ya Tirkiyê li dinyayê dengeke mezin veda. Armanc û encamên operasyonê bi awayekê berfireh li Tirkiyê tê nîqaşkirin.

Li gor pisporan 2 armanca operasyonê hene. Yek, li sînorên Tirkiyê têkçûyîna DAIŞ'ê ye ya duduyan jî rawestandina pêşketina YPG ye.

Pisporê Rojhilata Navîn Prof. Dr. Kemal Înat amaje kir ku di vê operasyonê de dibe ku PYD û Tirkiye werin hemberî hev û got: Tirkiye bi vê operasyonê dixwaze sînorên xwe li dijî DAIŞ'ê biparêze. Amanc têkçûyîna DAIŞ'ê ye. Ji bo vê Tirkiye ji Cerbalusê heta Azezê ku di destê DAIŞ'ê de ye dixwaze rizgar bike. Mijareke din a girîng jî meseleya YPG ye. Eger PYD bo berjewendiyên Tirkiyê bibe gefekê, wê demê artêşa Tirkiyê, li aliyê Rojhilatê Çemê Firatê deverên ku di destê YPG de ye operasyonek dê bike. 

Li gor pisporê Sûriyê rojnameger Fehîm Taştekîn, operasyon ji DAIŞ'ê bêhtir li dijî YPG'ê ye, got: Cerablus ji sala 2013'an vir de di bin kontrola DAIŞ'ê de bû. Tirkiye çima berê niha li dijî DAIŞ'ê operasyon nekir, çima niha operasyon dike? Tirkiye naxwaze ku Cerablus ji aliyê Kurdan ve bê rizgarkirin. Tirkiye ji bo ku Hêzên Sûriya Demokratîk ku YPG pêşengiya wê dike li Cerbalusê dest bi operasyonê neke, neçar ma û ket Cerablusê. Weke din Tirkiye naxwaze aliyê Efrîn û Kobanê bi destê Kurdan ve neyê girêdan.

Dewletên navneteweyî bi mebesta li dijî DAIŞ'ê ye ji operasyonê razî ne, lê belê der barê YPG de hem li Tirkiyê hem li cîhanê nîqaşên ji hev cuda tê kirin. Wisa xuya dike piştî operasyona Cerablusê nîqaş dê berdewam biki.