Komar a Çîk karwanek a dî firke yên Cengî dide Îraqê
Li gor ragehandinek a wezaret a berevanî ya Îraqê, ewî welatî karwanek a nû ya firoek yên cengî ji cor L159 daye Îraqê û biryareew firoke yên hanê bihên şandin bo bingeh a asmanî ya Beled li bakûr a Bexdayê.
k24- Hewlêr

Ew ragehandin a komar a Çîk aşkera kirîye ku dû firoke yên cengî gehiştîne dest hikumet a Îraqê û ev jî piştî wê yekê ye ku sal a burî di karwan a yekê de 13 firoke yê cengî radestî Îraqê kirîye.
Ser evê yekê jî re wezaret a berevanî ya Çîk aşkera kirîye ku tîmek a 30 kesî ku pêkhatîne ji firokevan û rawêjkar ên serbazî dû mehin li Îraqê ne bo meşq û rahînan a ferokevan ên Îraqî.