Wezîrê Derve yê Hollandayê serdana Tirkiyê dike

Piştî hewla darbeya leşkerî demek dirêj ji welatên Ewropayê serdana Tirkiyê nehatibû kirin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/d4001076-1d8f-432a-bdfa-8deb15fcfdaf/WezireDerveHollandaHateTirkiye.ism/manifest

K24-Enqerê

Piştî hewla darbeya leşkerî demek dirêj ji welatên Ewropayê serdana Tirkiyê nehatibû kirin. Lê belê bi serdana Wezîrê Karê Derve yê Hollandayê re ev yek ji holê rabû. Piştî Çavuşoglıu û parlamentoyê Bert Koenders bi HDPê re li avahiya wê li ser mijarên di rojevê de hevdîtek pêk anî.

Wezîrê Karê Derve yê Hollandayê Bert Koenders serdana Tirkiyê kir. Koenders li Enqereyê pêşî ligel Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu civînek pêk anî. Piştî Çavuşoglu Koenders serdana Parlamentoya Tirkiyê kir û li vir bi Îsmaîl Kahraman re hevdîtînek pêk anî.

Di rawestgeha sêyemîn ya Koenders de HDP hebû. Ev daxwaza hevdîtinê ya Konders ya bi HDPê re wek surprîzekê hate nirxandin. Di şandeya HDPê de Îdrîs Balûken, Mîthat Sancar û Fatma Kurtalan cih girt. Hevdîtina şandeya HDP ya bi Koenders re 40 deqîqeyan berdewam kir. Di vê hevdîtinê de mijarên li ser çareseriya kêşeya Kurdî, rawestandina şer û peşveçûnên li bakûrê Kurdistanê, hewla darbeya 15ê Tîrmehê û têkîliyên Tirkiyê yên bi Yekîtiya Ewropayê re hatin gotibêjkirin. Piştî vê hevdîtinê endamê şandeya ku ligel Koenders civiya bû Mîthat Sancar yekem car ji mîkrofona Kurdistan 24ê re navaroka lihevrûniştinê rave kir.

Derbarê vê yekê Parlamenterê HDPê Sancar wiha got:

"Wêzîr di hevdîtinê de diyar kir ku hevdîtina me ya bi HDPê re ji aliyê me ve gelekî giring e. Di vê rewşa zor ya ku Tirkiye tê de ye HDP dikare roleke giring bilîze."

Parlamenterê HDPê Sancar ragihand ku Koenders di hevdîtinê de gotiye ku her diçe kêşeyên li Tirkiyê mezintir dibin ew jî di warê çareseriya van kêşeyan helwest û bernameya HDP meraq dikin; gelo HDP li ser çareseriya kêşeyan rêyeke çawa dişopîne? Sancar da zanîn ku wan jî di vê derbarê de nêziktêdayîna HDP jê re rave kirine û gotine 4 xalên bingehîn hene ên çareseriyê, ew jî ev in; 1- bi pêşxistina demokrasiyê, 2- parastin û girêdana bi dewleta hiqûqê ve, 3- Bişûndevegerîna prosesa mûzakere û aştiyê, 4- Hurmet girtina li hemberî mafên mirovan.

"Ev polîtîkayên Tirkiyê ya ser Sûriyê wisa dide xuyakirin, hem li derve hem jî li nav welêt bi Kurdan re şer dike van kêşeyên heyî çareser nake, tew aloz û girantir dike. Di warê polîtikaya derve de û di qada navneteweyî de jî Tirkiye dikeve tengasiyeke mezin."

Sancar li ser operasyona Cerablûsê jî diyar kir ku wezîr jî di vî warî de ligel wan difikire û naxwazin ku Tirkiye hem li Sûriyê û hem jî li Tirkiyê bi Kurdan re di pozîsyona şer de be. Herwiha Sancar ragihand ku wan ji wezîr re gotiye dagirkeriya Cerablûsê bi taybetî jî êrîşa li ser Kurdan, di rojên pêş de wê rê li ber meseleyên

mezintir veke. Li ser vê yekê Wezîr Koenders jî peyama wê yekê daye ku di vê mijarê de ew jî ligel HDPê difikirin.