Erdogan: Cemaeta Gulen û DAIŞ, bi navê olê milet dixapînin

"DAIŞ, Cemaeta Gulen û PYD ji deryayê tenê dilopek in yên girîn hêzên li pişt wanin û di paşerojê de ew agir dê wan jî bişewitîne."

K24-Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan ragehand ku, DAIŞ, Cemaeta Gulen û PYD ji deryayê tenê dilopek in yên girîn hêzên li pişt wanin û di paşerojê de ew agir dê wan jî bişewitîne. 

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan bi mebesta salvegera Cejna 30'ê Tebaxê ya Serbazî, di Koşka Serokomariyê de merasîmek hat darxistin.

Di merasîmê de Erdogan diyar kir ku, sedemên tengaviyên ku Tirkiye li Iraq û Sûriyê rû bi rû bûye Cemaeta Gulen e û ji welatiyan xwest ku endamên Cemaetê giliyê dezgehên pêwendîdar bikin.

Herwiha Erdogan tekez kir ku, DAIŞ, Cemaeta Gulen û PYD ji deryayê tenê dilopek in yên girîn hêzên li pişt wanin û di paşerojê de ew agir dê wan jî bişewitîne. 

Da zanîn, Cemaeta Gulen û DAIŞ, bi navê olê milet dixapînin û divê gel, ji her demê zêdetir hayedar be.