Dayikê Şemiyê banga rawestandina şer dikin

Koma bi navê "Dayikên Aştiyê" bi mebesta rawestandina şerê li Bakurê Kurdistanê, li ber qesra Dolmabahçeyê ya Stenbolê li hev civiyan û bang li rayedaran kirin, da ku rêkeftina dolmabahçeyê ya sala borî bo agirbestê hatibû ragihandin û piştre hatibû betalkirin, ji nû ve bê kirin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/0a8569d9-3984-4e06-b201-4a9d925081b2/dayiken%20astya.ism/manifest

K24 – Stanbol

Koma bi navê "Dayikên Aştiyê" bi mebesta rawestandina şerê li Bakurê Kurdistanê, li ber qesra Dolmabahçeyê ya Stenbolê li hev civiyan û bang li rayedaran kirin, da ku rêkeftina dolmabahçeyê ya sala borî bo agirbestê hatibû ragihandin û piştre hatibû betalkirin, ji nû ve bê kirin.

Dayikên aştiyê 44 hefte ne li ber qesra Dolmabahçeyê ya Stenbolê tên ba hev, ji bo bidawîanîna şerê di navbera artêşa Tirkiyê û PKK de, bang li her du aliyan dikin.

Giştiyê xizmê dayikên aştiyê ku ji Bakurê Kurdistanê bi sedemên cuda koçî Stenbolê kirine, di şer de canê xwe ji dest dane. Dayikan bi pankartên ku li ser wan bi zimanên cuda peyamên aştiyane hatine nivîsin daxwazên xwe radigîhin.

Yek ji Dayikên Aştiyê di kombûnê de got: “Em ji bo aştîyê têne vir. Em ji bo biratiyê têne vê derê. Em naxwazin şer çê bibe. Em naxwazin kuştin çê bibe. Em dibêjin bila aşitî çê bîbe, ji bo ku rehetî di nav Kurdan û Tirkan de çê bibe em li vir kom dibin.”

Dayikên dilêş ku her hefte tên bal hev dengê xwe digihînin rayedaran da ku proseya aştiyê bê destpêkirin.

Dayikeke din jî got: “Em dixwazin careke din guftûgo bê kirin. Bila ev şer bisekine. Ev şerê birakujiyê ye. Em xwe bixwe hev du dikujin. Bila bi Îmraliyê re hevditinê bikin, 2 sal in hevdîtinê pê ra nakin. Heta ku hevdîtinê nekin wê ev şer mezintir be.”

Rêkeftina Dolmabahçeyê di navbera siyasetmedarên Ak Partiyî û HDP'yiyan de di 28'ê Sibata sala 2015'an hatibû îmzekirin. Rêkeftina ku ji 10 xalan pêk dihat, ji bo agirbesta di navbera artêşa Tirkiye û PKK de hatibû ragihandin. Dûv re ji ber kuştina polîsên li Serêkaniya Rihayê û êrîşên li ser baregehên PKK'yê proseya aştiyê û rêkeftin têk çûbû.