Çavûşoglu: Heke Amerîka ne pabendê be bi sozên xwe, baweriya wan bi Amerîkayê qet namîn e.

Wezîrê Derva yê Tirkiyeyê Mewlût Çavûşoglu dibêje: ger Amerîka ne pabendê sozên xwe be, baweriya wan bi Amerîkayê qet namîn e.

K24- Hewlêr

Wezîrê Derva yê Tirkiyeyê Mewlût Çavûşoglu dibêje: ger Amerîka ne pabendê sozên xwe  be, baweriya wan bi Amerîkayê qet namîn e.

Çavûşoglu, ji rojnameya Tirkî ya bi navê Mîllîyetê re ragihand, ku piştî operasyona Minbicê derbarê vekişandina PYDyê bo rojhilatê Firatê, Amerîka soz dabû wan. Lê heta niha jî PYD venekişiyaye. Ev yek tê wateya Amerîka ne pabendê soza xwe ye. Ger Amerîka sozên ku daye Tirkiyeyê bicih neynê, ew êdî nikarin ji Amerêkayê bawer bikin. Çawûşoglu got ji xwe bi hinceta radestnekirina rêberê Tevgera Xizmetê Fetûllah Gûlen, di navbera wan û Amerîkayê de pirsgirêkên gelek mezin hene. Ger Amerîka li ser meseleya PYDyê de jî ne pabendê soza xwe be, baweriya wan a li hemberî Amerîkayê têk diçe.