Îran: Rêkkeftin a petrolî li gel Herêm a Kurdistanê dem divêt
Berpirsek ê Îranî ragehand: rêkkeftin a petrolî li gel Herêm a Kurdistanê bo şandin a petrolê bi rê ya wî welatî ve, pêdivî bi demê heye û heya niha di vî warî de çi pêngav nehatîye havêjtin.
K24- Hewlêr
Berpirsek ê Îranî ragehand: rêkkeftin a petrolî li gel Herêm a Kurdistanê bo şandin a petrolê bi rê ya wî welatî ve, pêdivî bi demê heye û heya niha di vî warî de çi pêngav nehatîye havêjtin.
Seyîd Muhsin Qemserî, li ser rêkkeftin a petrolî li gel Herêm a Kurdistanê, ragehand: Şandin a Herêm a Kurdistanê bi rê ya Îranê bo bazar ên cîhanê pêdivî bi dem û şîyanek mezin heye, wek duristkirin a xîç a borî yên petrolê.
Herweha divê bi rê ya hişkayîpetrol bihê şandin, evê yekê jî pereyek a gelek divêt, lê heya niha biryar a dawîyê nehatîye dan li ser evê rêkkeftinê li gel Herêm a Kurdistanê.
Ew jî ragehand, ku di niha de Îrzanê 40 parzûngeh ên petrolê li cîhanê hene.