Careke din çûna koçberan berve Ewropa zêde dibe
Piştî peymana li ser koçberan ya dinavbera Tirkiyê û Yekitiya Ewropayê de hatî îmze kirin Çûna koçberan bo Ewropayê gelek kêm bûye, lê vê dawiyê de careke din çûyîna koçberan zêde bûye. Di meha Tebaxê de bi qaçaxî çûna koçberan ji sedî 80 zêde bûye.
K24 – Stanbol
Piştî peymana li ser koçberan ya dinavbera Tirkiyê û Yekitiya Ewropayê de hatî îmze kirin Çûna koçberan bo Ewropayê gelek kêm bûye, lê vê dawiyê de careke din çûyîna koçberan zêde bûye. Di meha Tebaxê de bi qaçaxî çûna koçberan ji sedî 80 zêde bûye.
Ligel îmzekirina peymana li ser koçberan ya ku dinavbera Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê de, derbasbûna koçberab bo Ewropayê gelek kêm Bûbû. Beriya peymanê, rojane bi sedan kes ji Tirkiyê derbasî Yewnanîstanê dibûn, lê piştî peymanê derbasbûna koçberan rojane ketîbû çend kesan.
Demeke di navbera Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê de gengeşiyek li ser vê peymanê derketiye, ji ber wê derbasbûna koçberan bo Ewropayê careke din zêde bûye. Li gor daneyên fermî di meha Tebaxê de derbasbûna koçberan li gor meha borî ji sedî 80 zêde bûye.
Hejmara koçberên bi rêya deryaya Ege û behra spî derbasî giravên Yewnanistanê bûne ji 13 hezar kesan zêdetir bû û li Yewnanîstanê hejmara koçberan ji 60 hezar kes zêdetir bû.
Di 10 rojên meha Îlonê de, hezar û 500 koçber derbasî Yewnanîstanê bûn. Ev koçberên ku mirina xwe tînin ber çavên xwe û diçin carinan digihîn Ewropayê carinan jî di rê de têne girtin.
Di rojên cejna Qurbanê de nêzîkî 500 koçberên ku piraniya wan welatiyê Sûrî bûn, di deryaya Egeyê de hatin girtin. Di vê rêwitiya metirsîdar de balkêşiya herî zêde careke din li ser zarokan bû. Dîmenên girtina van koçberan jî ket medyayê . Di dîmenan de hat dîtin ku rewşa van koçberên ku hêvîyên xwe bi belemeka plastîk ve girêdayîn gelek xerabe.
Bi operasyona hêzên parastina beravan, vê carê rê li ber bûyer û trajediya koçberan hat girtin.