Piştî daxistn a balyozxane yên Birîtanîya û Elmanîya, Turkîyayê çar kes girtin..
Hikumet a Turkîyayê 4 kes gitin bi tuhmet a gef û pilandarijtinê dijî dîplomatkar ên hevwelatî yên Birîtanîya û Elamanîyayê, bê ku peywendî ya wan girtîyan aşkera bike li gel girûp û rêkxistî yên tîroristî yan her alîyek din.
K24- Hewlêr
Hikumet a Turkîyayê 4 kes gitin bi tuhmet a gef û pilandarijtinê dijî dîplomatkar ên hevwelatî yên Birîtanîya û Elamanîyayê, bê ku peywendî ya wan girtîyan aşkera bike li gel girûp û rêkxistî yên tîroristî yan her alîyek din.
Girtina wan çar kesan hevdem li gel daxistn a balyozxane ya Birîtanîyayê li Turkîya ku wezaret a deerve ya Birîtanîyayê li gel daxistin a balyûzxane ya xwe li Enqereyê daxwaz ji hevwelatî yên Birîtanîya jî kiribvû neçin dever ên Kurdî û xwe ji sinûr ê di navber a Surya û Turkîyayê de biparêzin.
Almanyayê li ser standina istixbarata DAİŞ dê rojên cejnê de êrîşa pêk bîne û ji ber vê metirsîye konsolxaneyên xwe yê li Enqere û Stenbol bi demkî girt.
Her wiha dibistana Almanî ya li Stenbole jî bi demkî hate girtin. Piştî vê biryara Almanya yê Britanya yê jî biryara konsolxaneyên xwe da.
Brîtanya`yê ji bi rêya daxuyanîyekê ragihand wan jî weke Almanya yê konsolxaneyên xwe yên li Enqere û Stenbol bi demkî girtin.
Li her dû bajaran jî ji ber vê metirsîyê li der dora konsolxaneyan ewlehî hate zêde kirin.
Li ser van biryarên Brîtanya û Almanya hêzên ewlehîyê Tirkiye`yê li Stenbol û Enqere`yê li dijî DAİŞ ê dest bi operasyonê kir û li Stenbolê 1 li Enqerê ji 3 kes hate desteserkirin.
Di heyva hezîrana borî jî Almanya yê li ser heman istixbaratê konsolxaneyê Stenbol û Enqere girtî bû. Piştî vê biryarê 29 ê hezîranê li balafirgeha Atatürk ya li Stenbol`ê DAİŞ ê bi rêya 3 xwe kûjeran êrîş pêk anibû û di vê êrîşê de 45 kesan jiyana xwe ji dest dabû 290 kes ji birindar bibû.