Yildirim: Dixwazin Tirkiyê wekî Sûriye û Iraqê bibe

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim dibêje, hin hêz dixwazin ku Tirkiyê wekî Sûriye û Iraqê bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim dibêje, hin hêz dixwazin ku Tirkiyê wekî Sûriye û Iraqê bikin.

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim îro li Bakurê Kurdistanê bajarê Agiriyê serdana malbatên 7 cerdewanên ku 2 pêr hatibûn kuştin kir û ji Agiriyê da ragihand, hin hêz dixwazin lîstikên li Sûriye û Iraqê li Tirkiyê jî bilîzin û Tirkiyê bikin wekî wan welatan.

Yildirim got, çawa ku dixwazin Sûriye û Iraqê tine bikin, dixwazin Tirkiyê jî tine bikin.

Yildirim amaje kir, haya wan ji vê lîstîkê heye û bila ew hêz bizanin ku vê carê biser nakevin.