Li Îdirê werzê zebeşan destpêkir

Ev zebeşên ku taybetmendiya wan dirêj û şêrînin jî di navbera 3-4 lîreyên Tirkî tên firotin.

K24-Navenda Nûçeyan

Li Îdira ku bi awayekî mezin pêdiviyên fekî û zebzeyên herema bakurê Kurdistanê bi cih tînê, xesada zebeşan jî destpêkir. Ev zebeşên ku tên berhevkirin ji bo hindirû û derveyî welat tên firotin.

Li Îdira bakurê Kurdistanê cotkarê bi navê Alîcan Akcan beriya 6 salan li ser xaka ku 100 donimî heye dest bi gihandina zebeş û petîxan kir. Bi van zebeş û petîxên ku digihîne jî Akcan, li heremê di nav cotkaran de ji bo ku çandiniya sirûştî dike wekî sembolekê tê nîşandan. Akcanê ku beriya niha li ser xaka 10 donimî ev kar dikir bi zêdekirina xaka ku çandiniyê li ser dike, di salê de niha 2 caran mehsûlan jê werdigire.

Ev fekî û zebzeyên ku tên berhevkirin jî, ji bo bajarên heremê û derveyî welat tên firotin û di vî karî de nezîkî 100 kes jî jê derfetên kar peyda dikin.

Derbarê vê yekê Cotkar Alîcan Akcan wiha got:"Ez bostana direşînim 70 donim xaka min ya çandiniyê heye. Ez vê xakê bi temamî dikim petîx, zebeş û dişînim Naxçivanê, Gurcîstanê û îxracatî hemû deverên Tirkiyê dikim."

Wekî din dema çandinî tê kirin, bizrikên ku nehatine aşîkirin tên bikaranîn. Ev zebeşên ku tên gihandin jî giraniya wan di navbera 15 an jî 35 kîloyan de tê guhertin. Li gorî Akcan li herema Îdirê tenê ew hilberîna van zebeşan dike.

"Zebeşên kek Alîcan lebatî ne û van zebeşan dişînê Kurdistanê. Em jî, ji dibistanê tên û digel hev zebeşan kom dikin. Em spas dikin ji bo kek Alîcan û zebeşên wî jî pir xweşin."