Tirkiyê qerdan dide dukançiyên Sûrê

Ev pêvajo jî dê ji aliyê saziyên fermî ve were şopandin.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezîrê Gumrik û Bazirganî yê Tirkiyê Bulent Tufenkçî da zanîn ku dê dewlet ji bo esnafên navçeya Sûr a Diyarbekirê ku ji ber qedexe û pevçûnan ziyaneke mezin dîtibûn 50 hezar qredî ya bêfaîz were dayîn. Ev yek ji aliyê wek gaveke erênî û dernegmayî tê dîtin.

Bi awayeke fermî hate ragihandin ku dê ji 1'ê Cotmehê pê ve ji bo esnafên Sûr a Diyarbekirê qredî ya bêfaîz were dayîn. Qredî ya ku ji 50 hezar lîre yê Tirkî pêk tê dê heta 6 mehan ji esnafan newe xwestin. Karsaz Hakan Akbal di derbarê vê yekê de amaje dike ku her çiqas gaveke erênî be jî hinek xalên qrediyê de kêmasî hene.

Serokê Karsazên Ciwan ên Bakûrê Kurdistanê Hakan Akbal wiha got:"Bi ya min ev yek gaveke erênî ye lê derengmayî ye. Di heman demê de pêwîst e ku banqe dema qredî bidin bi çavên mişteriyan li esnafan nenêrin û bi çavê mexdûran li wan binerin. Her wiha divê deynên berê yên esnafan jî werin dayîn ji berk u banqe qredî nadin esnafên ku deyndarê banqeyan bin. Ev yek dê bibe asteng ku gelek esnaf nekarin qredî bikêşin."

Esnafên Sûrê di dema qedexeya derketina kolanan û pevçûnan de nekarîbûn dikanên xwe vekin û ev yek ji bo wan bibû sedema zirareke mezin. Ji ber vê yekê jî esnafeke ji Sûrê Bunyamîn Ceylan amaje dike ku ew qrediyê bikêşe jî ew nizane dê paşê çawa deynê qrediyê bide.

"Eger ez wî pereyî bikêşim û paşê ji wî pereyî kar a min çênebe ez û paşê wî deynî nekarim bidim ez ê çi bikim ji wî pereyî. Dema ez nekarim bidim jî dê dewlet were li ser navê min çi hebe dest dane ser. Wê doz jî l imin were vekirin û pereyên dozê jî dê j imin were xwestin."                                

Qredî ya ku ji aliyê banqeyan ve tê dayîn dê heta 24 mehan were teqsîtkirin û pêwîst e esnaf di nevbera dû salan de vî deynî bidin banqeyan. Ev pêvajo jî dê ji aliyê saziyên fermî ve were şopandin.