Li Rojhilata Navîn rojnamegeriya şer

li Tirkiyê rojnamegeriya şer têgiheke nû ye û hem perwerde hem jî hejmara rojnamegerên şer li Tirkiyê kêm e.

K24- Navenda Nûçeyan

Li sernaserê cîhanê her sal bi hazaran însan ji ber şer û pevçûnan canê xwe ji dest didin ango naçerî cih û warên xwe diterikînin. Di qada şer de karê herî giran jî li ser mile rojnamegeran e. Di vê çarçoveyê de li Mûşê Konferansek derbarê rojnamegerên şer de hate lidarxistin.

Li Zankoya Alparslanê ya bajarê Mûşa ser bi bakurê Kurdistanê bi sernavê "Di Rojhilata Navîn de Rojnamegeriya Şer" konferansek hate lidarxistin. Akademisyenên zankoya Alparlanê û xwandekarên beşa ragihandinê beşdarî konferansê bûn. Di konferansê de derbarê rojnamegeriya şer de akademîsyen û rojnameger Seza Ataman axaftinek kir. Ataman rave kir ku wî di sala 2008an de şerê di navbeyna Rûsya û Gurcistanê de û şerê Iraqê şopandiye û dibêje ku rojnamegeriya şer baldariyeke mezin dixwaze. Herwiha bi boçûna Ataman, li Tirkiyê rojnamegeriya şer têgiheke nû ye û hem perwerde hem jî hejmara rojnamegerên şer li Tirkiyê kêm e.

Akademîsyen û Rojnamegerê Şer Seza Ataman wiha got:"Dema em berê xwe didin Rojhilata Navîn hemû welatên biyanî rojnamegerê şer li ser sînoran û di nava bajaran de hene. Lê mixabin dema em Tirkiyê dinêrin hema hema em dikarin bibêjin ku qet rojnamegerên Tirk tune ne. Li Rojhilata Navîn kêşeyên mezin li pêşiya rojnamegeran in; Birçîbûn, mirin, bêcihbûn û nezanîna zimênên biyanî."

Akademisyenên ku beşdarî konferansê bûn rave kirin ku li Rojhilata Navîn di destpêka sala 2015an de û heya niha bi destê çeteyên DAIŞ û El QAÎDe yê nêzîkî 100 rojnameger hatine kuştin. Bi taybetî jî li Sûriyê di nava salekê de 28 rojnameger hatine kuştin. Xwendekarên ku beşdarî konferansê bûn jî bîr û boçûnên xwe ji Kurdistan 24ê rave kirin.

Xwendekar Selçûk Keser wiha axifî:"Li Zankoya Alparslanê konferans hebû. Mamosteyê me di derbarê Rojnamegeriya Şer de agahî da. Konferansa me xweş derbas bû, gelek pirsên me ji mamoste hebûn. Xweş derbas bû."

Di konferansê de amaje pê hate kirin ku, saziyên medyayê yên mezin di Rojhilata Navîn de peyamnêrên xwe wek sîxûr bikar tîne û bi tu awayî bergiriya canê wî hilnagre. Herwiha li gorî beşdaran hîna jî gelek rojnameger di destê çeteyan de wek dîl hatine girtin.