44 berpirsên Wezreta Navxwe ya Tirkiyê ji kar hatin dûrxistin

Bi hinceta pêwendiyên wan bi Tevgera Fetullah Gûlen re heye ji kar hatine dûrxistin.

K24-Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê 44 berpirsên rêveberiyê yên Wezreta Navxwe ji kar hatin dûrxistin.

Wezreta Navxwe ya Tirkiyê bi daxûyaniyeke nivîskî ragihand ku, 44 berpirsên rêveberiyê yên Wezaretê bi hinceta pêwendiyên wan bi Tevgera Fetullah Gûlen re heye ji kar hatine dûrxistin.

Duh Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Sûleyman Soylû eşkere kiribû ku, heta niha  di çarçoveya operasyonên li dijî Tevgera Fetullah Gûlen de nêzikê 22 hezar kes ji kar hatine dêrxistin.

Fly Erbil Advertisment