Derengmayîna baranê metirsiyê li çandiniyê dike
Derengiya hatina baranê li Rojavayê Kurdistanê ta vê demê, gelek pirsgirêk û metirsiyan li ser çandinî û berhemên wê dike. Di salên borî de cotkaran di destpêka meha Mijdarê de dest bi çandiniyê dikirin, lê ji ber ta nuha baran nebariye, hejmareke gelekî kêm ji cotkaran tovê xwe belav kirine.
K24 – Tirbespî

Apê Mihemed yê yekemîn e ji xelkên gundê xwe ku dest bi çandiniyê kiriye, tevî metirsiya ku baran nebare, lê eşkere dike ku ew neçar e çandiniyê bike, ji ber dem berve zivistanê ve diçe û derfetên çandiniyê kêm dibin.
Çandinî yek ji jêderên herî sereke ne ji aboriya Rojavayê Kurdistanê re, loma guhdaneke taybet ji aliyê cotkaran ve bi hemû cureyên wê tê kirin nemaze genim. Hin cotkar tekez dikin ku, dema ziyan dighêje çandiniyê bandorê dê ne tenê li cotkar bike, lê belê rewşa deverê bi temamî dê ber bi xerabûnê ve biçe. Herwiha didin zanîn jî, ji ber buhabûna keresteyên pêwîst ew neçardibin berî baran bibare dest bi çandiniyê bikin, tevî ku ziyanin mezin dê bighêje çandiniya wan eger baran dereng bibe.
Ji ber buhabûn û tunebûna pêdiviyên pêwîst, çandiniya zeviyên avî di deverê de kêm bûye, loma cotkar piraniya zeviyên xwe bejî diçînin û dema baran li ser van zeviyan dereng dikeve, metirsî heye ku tovên genim ne bişkivin û cotkar rastî têkçûneke mezin werin, herwiha bandorên xwe dê li ser tevgera bazaran jî çê bike û nirxên keresteyên xwarinê dê bilind bibe.