2 çekdar li Derbendîxanê hatin kuştin
Li devera Germiyanê li başûrê rojavayê bajarê Derbendîxanê 2 çekdaran ketin dorpêça hêzên ewlehiyê û herdu çekdar hatin kuştin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li devera Germiyanê li başûrê rojavayê qezaya Derbendîxanê 2 çekdaran ketin dorpêça hêzên ewlehiyê û herdu çekdar hatin kuştin.
Peymanêrê K24ê ragihand, îro hejmarek ji çekdaran ku bi Kurdî diaxivîn û tê pêşbînîkirin ku bi ser DAIŞê ve ne, yan jî endamên rêxistineke nêzîkî DAIŞê ne, li gundê Pongile yê rojavayê Derbendîxanê hatin dîtin û şer di navbera wan û hêzên ewlehiyê de derket.
Hat ragihandin ku, di encama pevçûnê de çekdarekî xwe teqand û yê din jî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate kuştin.
Lê gûman heye ku ji bilî wan herdu çekdaran, hejmareke din mabin û xwe li wê navçeyê veşartibin.
Ji aliyê ve Qayimeqamê qezaya Derbendîxanê Nasih Mela Hesen ji K24ê re ragihand, ku ev navçe bi temamî hatiye kontrolkirin û dest bi lêkoînan kirine, ku bizanin çi çekarên din mabin, ku berî çend rojan jî 2 welatî li wê navçeyê hatibûn kuştin.
Roja 1 vê mehê nûçeya kuştina 2 welatiyan li qezaya Derbendîxanê hate belavkirin, ji wê demê ve hêzên ewlehiyê lêkolîn dikin.