YPG li Girê Spî hember alaya Tirkan alaya xwe hilda
Beriya çend mehan, li ser zanyariyên ku Tirkiye amadekariya ketina Girê Spî dike, hêzên Amerîkî alayên xwe beramberê sînorê Tirkiye hildabûn.
.jpg)
K24-Navenda Nûçeyan
Hikûmeta Tirkiyê, leziyek mezin daye çêkirina dîwarê navbera bakur û rojavayê Kurdistanê û YPG li Grê Spî, hember alaya Tirkan ala xwe hilda.
Tirkiye seranserê sînorê bakur û rojavayê dîwar bilind dike û têl dikêşe. Taybet deverên ku di bin kontrola PYDê de ber bi dawî diçe.
Li navçeya Girêspî ku di bin kontrola YPG de ye, beramberê alaya Tirk, ala YPG hate hildan. Ev yek di çapemeniya Tirkiyê de cihek girîng girt ku Hikûmeta Tirkiye YPG wek rêxistinek terorê dibîne.
Beriya çend mehan, li ser zanyariyên ku Tirkiye amadekariya ketina Girê Spî dike, hêzên Amerîkî alayên xwe beramberê sînorê Tirkiye hildabûn.