Erdogan: Bo dawîanîna terorê şer dikin

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan derbarê êrîşa sersalê ya Stenbolê de di daxuyaniyekê de ragihand, Tirkiye berdewam dibe bo bidawîanîna êrîşên terorî û hêzên li pişt wan.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan derbarê êrîşa sersalê ya Stenbolê de di daxuyaniyekê de ragihand, Tirkiye berdewam dibe bo bidawîanîna êrîşên terorî û hêzên li pişt wan.”

Li bajarê Stenbolê, êrîşeke çekdarî û xwekujî li hola şahiyan a Reinayê hat û di encamê de 39 kesan jiyana xwe ji dest dan û 69 kes birîndar bûn, 16 ji kuştiyan welatiyên biyanî bûn. Herwiha êrîşker jî karîn birevin.

Erdogan bi tundî ew êrîş şermezar kir û got: “Ne tenê bo bidawîanîna grûpên terrorist û ew hêzên li pişt wan şer dikin, lê dijî aborî û siyaseta wan jî şer dikin.”

di beşeke din Erdogan dibêje: “Wan hewl dan morala xelkê me bişkînin, ne aramiyê li welatê me çê bikin û êrîşên hovane li dijî sivîlan pêk bînin, lê rê nadin wan.”

Heta niha ti aliyekî berpirseyatiya xwe derbarê êrîşa Stenbolê de ranegihandiye.