Koçerên Siwêregê di Zivistanê de zehmetiyan dibînin
Koçerên li derdora navçeya Siwêrega Rihayê ji ber şert û mercên zivistanê bi zehmetiyan re rûbirû dimînin. Koçer dibêjin, sal bi sal mesrefa xwedîkirina pez zêde dibe û ew jî li rêyeke digerin ku dest ji koçertiyê berdin.
K24 – Siwêreg
Koçerên li derdora navçeya Siwêrega Rihayê ji ber şert û mercên zivistanê bi zehmetiyan re rûbirû dimînin. Koçer dibêjin, sal bi sal mesrefa xwedîkirina pez zêde dibe û ew jî li rêyeke digerin ku dest ji koçertiyê berdin.
Ev der zoma koçerên Siwêregê ye. Cihê wan 20 kîlometreyan ji bajêr dûr e. Zarok bi kîsikên naylon li ser berfê dilîzin. Konên ji naylonê bi sobeyê germ dibin. Koçerên li derdora Siwêregê dibêjin zehmetiyên xwedîkirina sewalan zêde ne lê em nikarin kareke din bikin.
Remziye Arslan, di koneke di nav berfê de, kar û xizmeta malbata xwe dike. Arslan dibêje; ceylan tune ye û ava vexwarinê jî dûr î me ye, em ava vexwarinê bi keran ji kaniyan dikişin. Remziye Arslan dibêje: "Jiyana me di nav rezîltiyê de derbas dibe, jiyana me jiyana koçeriye. Em 3 mehan diçin Erziromê lê van mehên din em li vir perîşan dibin. Em di konan de ne, xanî tune ne. "
Piraniya koçerên vê herêmê ne xwedî erd in, ji bo ku heywanên xwe li ser vê herêmê biçêrînin her serê cotek pez 100 Lîre didin xwediyên erd.
Mesud Arslan jî çavên xwe di nav jiyana koçeriyê de vekirine. Mesud ji ber şivantiyê nekariyê bixwîne lê xwe ji bikaranîna teknolojiyê dûr nehiştiye û bi sîstema enerjiya rojê telefona xwe ya destan şarj dike. Mesud Arslan dibêje: "Ev 14 sal in ku em koçeriyê dikin, em dixwazin êdî dest ji koçeriyê berdin lê bavê me ji pez hez dike û dest jê bernade. Bavê min dibêje ez ê pez bifiroşim lê nafiroşe."
Koçerên vê herêmê 3 mehên Havînê diçin bajarê Erziromê û 9 mehan jî li derdora Siwêregê ne. Lê Koçer dibêjin, ka û ceh jî buha ye, êdî pez mesrefa xwe dernaxîne, heger derfeteke din bo debarê bi dest wan bikeve dê dest ji koçeriyê berdin.