Sererkaniya Tirkiyeyê: Me 11 endamên YPG kuştin.
Sererkaniya Tirkiyeyê ragihand, wan bersiva êrîşên YPGyê dane û 11 endamên YPGyê kuştine.
K24- Navenda Nûçeyan
Sererkaniya Tirkiyeyê ragihand, wan bersiva êrîşên YPGyê dane û 11 endamên YPGyê kuştin e.
Sererkaniya Tirkiyeyê îro derbarê mijarê daxuyaniyek nivîskî belav kir û got: Ji herêma PYDyê ber bi bajarê Rihayê navçeya Serêkaniyê ve li dijî bingeheke leşkerî bi mûşekan êrîş hatiye kirin.
Piştre hêzên wan bersiva êrîşan dane û 11 endamên YPGyê hatine kuştin. Li gor daxuyaniya Sererkaniya Tirkiyeyê ji 11 endamên YPGyê 3 kes mûşek 8 kes doçka bikartianîn.
Ji alîkî din ve îro YPG jî diyar kiribû ko dê êrîşên Tirkiyeyê bêbersiv nemîne.