Hesreta Erdogan qediya!

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan, piştî 979 rojan dîsa wekî endam vegeriya nav rêzên AK Partiyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomar; Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan, piştî 979 rojan dîsa wekî endam vegeriya nav rêzên AK Partiyê.

Di axaftina merasîmî ya ji bo vegera wî wekî endam Erdogan diyarkir: “Di 27ê meha Tebax a 2014an de, bi egera hilbijartina min wekî Serokomar li gor Destûra wê demê diviyabû ez ji Partiyê veqetim. Îro ez vedigerim partiya xwe, hêlîna xwe, evîna xwe.”