Berdevka CHP dest ji kar kişand
Berdevka Partiya Komarî ya Gel (CHP) û cîgira serok a beşê aborî Selin Sayek Boyek, biryara xwe ya dest ji karkişandinê ragihand.
K24 – Navenda Nûçeyan
Berdevka Partiya Komarî ya Gel (CHP) û cîgira serok a beşê aborî Selin Sayek Boyek, biryara xwe ya dest ji karkişandinê ragihand.
Di daxûyaniya dest ji karkişandinê de Boyek rexne li siyaseta Partiya xwe û bi taybetî li Serokê Partiyê Kemal Kiliçdaroglu girt. Boyek diyarkir ku “Raman a desthilatî di nav CHP de, ne li gor pîvanên demokrasiyê ye û ew dê wekî endamek partiyê xebata xwe bidomîne”.