4 parlementerên CHPê dest bi greva birçîbûnê dikin
Parlamenterên Partiya Gel ya Komarê (CHP), bo kesên bi biryarnameyên rewşa awarte jikar hatine dûrxistin, dest bi greva birçîbûnê kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Parlamenterên Partiya Gel ya Komarê (CHP), bo kesên bi biryarnameyên rewşa awarte jikar hatine dûrxistin, dest bi greva birçîbûnê kirin.
Parlamenterên CHP, Orhan Sarîbal, Alî Şeker, Mihemed Tum û Niyazî Kara, bi armanca piştevaniya du mamosteyên ku ev 64 roj in di greva birçîbûnê de dest bi çalakiyê kirin.
Parlamenteran dan xuyakirin, daxwaza kesên dest bi greva birçîbûnê ev e ku, rayedarên hikûmetê bi kesûkarên wan re hevdîtin bikin û çareyekê bibînin. Wan ew daxwaz gihandine rayedaran û li benda bersiva çareseriyê ne.
Mamosteya Zanîngehê Nûriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça, beriya 64 rojan bi armanca vegera karên xwe dest bi greva birçîbûnê kirin. Her du mamoste bi biryarnameya rewşa awarte jikar hatibûr dûrxistin.