Tirkiye bi Amerîka re, dê li ser Reqa biaxife

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim, girêdayî naveroka seredana Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan bo Amerika û hevdîtina ligel Serokê Amerikayê Donald Trump, agahdarî dan medyayê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim, girêdayî naveroka seredana Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan bo Amerika û hevdîtina ligel Serokê Amerikayê Donald Trump, agahdarî dan medyayê.

Di hevdîtina xwe li gel rojnamevanan de Yildirim diyarkir ku, “Babeta Operasyona Reqa, yek ji babetên herî girîng a hevdîtina Erdogan ligel Trump e. Herweha babetên terorizmê, PKK û Cemaeta Hizmet / Fethullah Gulen jî, di çanteya Erdogan de ne,  ku dixwaze bîne maseya giftûgoyan ligel Trump”.