Li Enqerê 2 endamên DAIŞê hatin kuştin

Li paytexta Tirkiyê Enqereyê di encama operasyonekê de 2 endamên DAIŞê ji aliyê polîsan ve hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li paytexta Tirkiyê Enqereyê di encama operasyonekê de 2 endamên DAIŞê ji aliyê polîsan ve hatin kuştin.

Piştî ku polîsên Enqereyê berî demekê endamekî DAIŞê girtin û li ser îfadeyên wî endamî, polîsan îro danê sibehê li navçeya Etîmesgut ya Enqereyê li dijî avahiyekê operasyon pêkanîn.

Hat ragihandin, polîsan dergehê xanî şikandin û 2 endamên DAIŞê yên amadekariyên êrişekê dikirin, kuştin. Herwiha di mala ku lê hatine kuştin de çek û teqemenî hatin bidestxistin.

Hîn nasnameya wan herdu çekdarên DAIŞê nehatiye diyarkirin.