Doza hewla darbeya 15ê Tîrmehê dest pê kir

“Doza Sereke” ya 15ê Tîrmehê ya hewla darbeya leşkerî li Enqerê dest pê kir. Di vê doza hewla darbeya leşkerî de ligel leşkerên pileberz, Fetullah Gulen jî wek serkêşê darbeyê tê tohmetbarkirin.

 

K24 – Enqere

“Doza Sereke” ya 15ê Tîrmehê ya hewla darbeya leşkerî li Enqerê dest pê kir. Di vê doza hewla darbeya leşkerî de ligel leşkerên pileberz, Fetullah Gulen jî wek serkêşê darbeyê tê tohmetbarkirin.

Di 15ê Tîrmeha sala 2016an de li Tirkiyê hewla darbeya leşkerî pêk hat. Di encama vê hewlê de 250 kesî canê xwe ji dest da û 2 hezar û 735 kes jî birîndar bûn. Tam 10 meh 7 roj bi şûnde li Dadgeha Cezayê Giran ya 17emîn ya Enqerê bersucên hewla darbeya leşkerî derketin pêşberî dadgêr. Di vê dozê de 221 kes wek bersûc tên tohmetbarkirin. Di nava wan de Akin Ozturkê Fermandarê Hêzên Hewayî digel Şaban Dîşlî, Mehmet Partîgoç û Alî Kalyoncu ku wek endamên “Konseya Sulha Welêt” tên tohmetbarkirin jî derketin pêşberî dagêr. Ji bo şopandina Doza Sereke ya Hewla darbeya Leşkerî” malbatên wan kesên ku canê xwe ji dest dane jî amade bûn ji serê sibehêve li ber dadgehê û banga adalete kirin.

Hevjîna Volkan Gulsum ku di 15ê Tirmehê canê xwe ji dest daye Ummiye Gulsum ji K24ê re wiha got: “Xwedê careke din rojeke wisa neyine serê me. Em dardekirinê dixwazin. Ez dizanim ev briyar wê zilamê min ji gorê raneke, lê wê ev xayîn qet nebe bêne sizakirin. Ev kes bi pereyên me divê di girtîgehê de neyên xwedîkirin. Wê kî heqê zarokên min bide? Bi dehan zarok sêwî man. Ez bawer nakim ku wê edalet were cih. Ez hevjîna Volkanê ku wê şeve canê xwe jidest da me, lê min naxin nava dadgehê. Destûrê nadin ku ez mafê zilamê xwe biparêzim.”

Di doza darbeyê de ji bersûcan re 2 hezar û 988 caran sizayê herî giran yê heta hetayê tê xwestin. Di nava 221 bersûcan de 27 jê xwedî pileya generaliyê ne, 27 jê serbaz, 37 jê berbaz û 21 jê jî binbaz in. Herwiha ev bersuc, bi sedema rûxandina Tirkiyê, hikûmet, parlamento, birêvbirina rêxistina terorê ya çekdarî û ji ber sucên sûîkasta li dij Erdogan têne tohmetbarkirin.   

Mexdûra 15ê Tirmehê Dîlek Pîlavci jî dibêje: “Em hêvî dikin ku wê di demek kin de adalet bi cih bê. Ji bo wê yekê em li vir in. Ji malbata min 1 şehîd û 3 jî birîndar hene. Wê şevê ez li bal birayê xwe bûm. Di himbêza min de canê xwe ji dest da. Xwedê careke din neyîne serê tû kesî.”

Li aliyê din di îdianameya doza darbeyê de Serokomarê Tirkiyê Erdogan û Serfermandar Hulîsî Akar jî wek mexdûr hatine destnîşankirin. Doz wê heta 16ê Hezîranê berdewam bike. Ewlehiya vê dozê wê heta wê rojê ji aliyê 1500 endamên koma ewlehiyê ve bêkirin. Herwiha der û dora girtîgehê bi snîperan tê parastin û herêma Sîncanê ku dadgeh lê ye, ji firîna balefiran re hate qedexekirin.