Mînek bi karmendekî de diteqe û canê xwe jidest dide
Karmendekî Dezgeha Mîn ya ser bi Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê ve di dema pûçkirina mînan de mînek pê de teqiya û canê xwe jidest da.

K24 – Navenda Nûçeyan
Karmendekî Dezgeha Mîn ya ser bi Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê ve di dema pûçkirina mînan de mînek pê de teqiya û canê xwe jidest da.
Rêveberê Dezgeha Giştî ya Karûbarê Mînan a Hewlêrê Cemal Celal ji K24ê re ragihand, îro danê sibê karmendî wê dezgehê yê bi navê Bextiyar Izedîn di dema li çiyayê Hesen Bek li devera Sîdekan di dema pûçkirina mînan de, mînek pê de teqiya û canê jidest da.
Cemal Celal got jî: “Ew kêlgeha mînan dîroka wê vedigere ji destpêka salên 80î ya sedsala borî. Di dema şerê Iraq û Îranê de, ji aliyê rêjîma Beis ve lê hatibû çandin.”
Rêveberê Dezgeha Giştî ya Karûbarê Mînan a Hewlêrê amaje bi wê jî da, ji destpêka îsal ve û heta niha ev yekem bûyera berketina mîn e li parêzgeha Hewlêrê tê tomarkirin.