Kiliçdaroglu: Gelek xalên tarî yên hewla derbeya leşkerî hene
Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu dibêje, ew jî pêbawer e ku di pişt derbeya 15'ê Tîrmehê de Cemaeta Gulen heye, lê gelek xalên tarî yên vê hewla derbeyê jî hene.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu dibêje, ew jî pêbawer e ku di pişt derbeya 15'ê Tîrmehê de Cemaeta Gulen heye, lê gelek xalên tarî yên vê hewla derbeyê jî hene.
Kiliçdaroglu derbarê helwesta xwe ya derbeya 15'ê Tîrmehê de bo rojnameyeke Tirkiyê axivî û got, ew rijd nîne ku dibêje derbe di bin kontrola desthilatê de hatiye kirin, lê divê bersiva hin pirsan jî bê dayîn û van pirsan araste dike:
“Nehat hîştin ku komîsyona Parlamentoyê ya bo lêkolîna derbeyê karê xwe bike û dozgerê ku herî baş lêkolîna derbeyê dikir ji erkê hatiye dûrxistin.
Kesê ku agahiya derbeyê daye MÎT'ê her çiqas gotiye dê derbe bê kirin ev yek hatiye veşartin.
Di wê şevê de Serokomar tê agahdar kirin, lê Serokwezîr nehatiye agahdarkirin.
Dîsa çima nayê hîştin ku baskê siyasî ya derbeyê derkeve meydanê û pirsa herî girîng ev e ku, bi hinceta hewldana derbeyê, kes û aliyên dijî Cemaetê tên bêdengkirin, êriş li rojname û rojnamegeran tê kirin.”