5 xwekuj ji Sûriyê derbasî Tirkiyê bûn, hatin girtin

Parêzgariya Hatayê yê Tirkiyê da xuyakirin, 5 kesên ku bi armanca êrişên xwekujî bikin, ji Sûriyê derbasî Tirkiyê bûne hatine desteserkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parêzgariya Hatayê yê Tirkiyê da xuyakirin, 5 kesên ku bi armanca êrişên xwekujî bikin, ji Sûriyê derbasî Tirkiyê bûne hatine desteserkirin.

Parêzgariya Hatayê derbarê mijarê de daxuyeniyeke nivîskî belav kir û da zanîn, 5 kesên ku bi armanca êrişên xwekujî encam bidin, ji Sûriyê hatine şandin, di encamê xebatên Dezgeha Saloxgerî û yekîneyên Birêveberiya Polîsan ve hatine desteserkirin.

Hat diyarkirin, li ser du kesan yêlekên bombekirî û kemerên xwekuştinê hatine jî hatine dîtin.

Parêzgariyê da xuyakirin, ji kesên hatine binçavkirin, 3 kes welatiyên Sûriyê, du kes jî welatiyên Tirkiyê ne. Derbarê nasnameya kesên hatine binçavkirin û rêxistina wan de ti agahî nehatin dayîn.