Tirkiye ji xwestekên welatên Ereb dilgiran bû
Wezîrê derve yê Tirkiyê li bajarê Alanya di pîrozkirina cejna Remazanê ya AK Partî de ragihand, rêkeftina di navbeyna Qeter û Tirkiye de, ne karê welatên din e.

K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê derve yê Tirkiyê li bajarê Alanya di pîrozkirina cejna Remazanê ya AK Partî de ragihand, rêkeftina di navbeyna Qeter û Tirkiye de, ne karê welatên din e.
Mevlut Çavuşoglu herweha diyarkir ku, avakirina bînkeya serbazî ya Tirkiyê li Qeterê, peymanek navbeyna du welatên xwedî serwerî ye, welatên din nikarin di vê babetê de dijayetiyê bikin, tenê dikarin rêzê bigrin.
Berî çendîn rojan, girêdayî dorpêça liser Qeterê, Erebistana Siûdî, Behreyn, Misr û Îmarata Yakgirtî ya Erebî 13 xal dabûn pêş Qeter, ku yek ji wan girtina bînkeya serbazî ya Tirkiyê li Qeterê bû.