Baroya Diyarbekrê çalakiyên bibîranîna Tahir Elçî berdewam dike
Parêzerên Baro'ya Diyarbekirê, di hefteya 83'yemîn de Serokê Berê yê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî bi bîr anî. Bibîranîn wekî her hefteyê, li ber Dadgeha Diyarbekirê, bi daxuyanî û çalakiya rûniştinê derbas bû.
K24 – Navenda Nûçeyan
Parêzerên Baro'ya Diyarbekirê, di hefteya 83'yemîn de Serokê Berê yê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî bi bîr anî. Bibîranîn wekî her hefteyê, li ber Dadgeha Diyarbekirê, bi daxuyanî û çalakiya rûniştinê derbas bû. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tevî 19 meh derbas bûne, failên Elçî nehatine dîtin û bang li rayedaran hat kirin ku ji pêvajoya niha û bi şûn ve li ser ronîkirina bûyerê bêhtir hesas tevbigerin.
Parêzerên Baroya Diyarbekirê, îro (30.06.2017) di roj û saeta ku Serokê Berê yê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî hatibû kuştin de daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê Alîkarê Serokê Baroya Diyarbekirê, Welat Alan ve hat dayîn. Alan di daxuyaniyê de diyar kir ku; tevî ku ji sal û nîvî zêdetir dem derbas bûye, di dosyeya Tahîr Elçî de pêşveçûnek çênebûye û failên wî nehatine dîtin. Alan li ser navê Baroya Diyarbekirê da zanîn ku heta bûyera Elçî neyê zelalkirin, ew ê dest ji şopa dosyeyê û çalakiya xwe ya heftane bernedin. Serokê Berê yê Baroya Diyarbekirê, Tahîr Elçî di 28'ê Mijdara 2015'an de di dema daxuyaniyekê de li ber Minareya Çarling a Diyarbekirê hatibû kuştin.