Firat Anli hate serbest berdan
Hevşaredarê Diyarbekirê Firat Anlî piştî girtina 8 meh û nîvan, serbest hat berdan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevşaredarê Diyarbekirê Firat Anlî piştî girtina 8 meh û nîvan, serbest hat berdan.
Firat Anli ku 30'ê Cotmeha 2016'ê bi tometa endamtiya PKK hatibû girtin, îro li Diyarbekirê derket pêşberî dadgehê.
Dadgeha Cezaya Giran ya Diyarbekirê, biryara azadkirina Anlî da.
Anlî, ji ber çêkirina Goristana Şêx Seîd li gundewarên Pîranê tevî 51 kesan dihat dadgehkirin. Anlî tevî Hevşaredar Gultan Kişanak ji erkê hatibûn dûrxistin û şûna wan qeyum hatibû danîn.