Parlementereke HDPê hate binçavkirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Saadet Becerîklî hate binçavkirin.
Saadet Becerîklî di çarçoveya Lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Batmanê de bi tohmeta bangeşeya PKKê kiriye li Dadgeha Batmanê dihat mehkemekirin. Lê bi hinceta beşdarê mehkemeya xwe nebûye derbarê wê de biryara girtinê hatibû dayîn.
Polîsên dijîterorê jî wê li firokxana Batmanê dema ji Enqereyê vedigeriya desteser kirin.
Duh jî Parlementereke din a HDPê Besîme Konca hatibû berdan û hejmara parlementerên girtî yên HDPê daketibû nehan.