Êrîşkarê peykerê Ataturk: Ez ne poşman im!

K24 – Navenda Nûçeyan

Mehmet Malbora yê ku duhî bi dasê êrîşî peykerê Ataturk li Swêreg a Rihayê li bakurê Kurdistanê kiribû, hate derxistin a pêşya dadgehê û biryara girtina wî hate dan.

Malbora di îfadeya xwe de diyarkir ku, ne poşman e.

Malbora bi zagona parastina Ataturk hate sucdar kirin û piştî biryara girtinê hate rêkirin a girtîgehê. Ligor zagona parastina Ataturk, ên ku peykerên Ataturk biherîfînin dikarin di navbeyna 1 û 5 salan de bi girtina girtîgehê bên sezakirin.