Li Enqerê çalakî û xwepêşandan hatin qedexekirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Li paytexta Tirkiyê, Enqereyê bo heyama mehekê her cure çalakî û xwepêşandan hatin qedexekirin.

Parêzgariya Enqerê da xuyakirin, agahî hatiye girtin ku, bi armanca piştevaniya her du çalakvanên gireva birçîbûnê Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça, hin rêxistinên çepgir li park û bexçe û meydanên Enqerê dest bi çalakiyan bikin.

Da zanîn, jiber vê sedemê, çalakiyên gireva birçîbûnê, çalakiyên rûniştinê, bibîranînê, konsêrt û her cure çalakiyeke girseyî hatine qedexekirin.

Hat diyarkirin, qedexe di heyama meha Tebaxê de dê berdewam bike û ji welatiyan hat xwestin, pabendê biryarê bin.

Mamoste Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ku bi ji kar hatibûn dûrxistin, ev 147 roj in ku di gireva birçîbûnê de ne û daxwaza vegera karê xwe dikin.