HDP: Projeya Santrala Nukleer projeya mirin û komkûjiyê ye

Komîsyona Ekolojiyê ya Partiya Demokratîk ya Gelan digel îmzeya gelek dam û dezgehên medenî li Stenbolê destpêkirina projeya Santrala Nûkleer ya li Akkuyuya Mersînê protesto kirin.

 

K24 – Stenbol

Komîsyona Ekolojiyê ya Partiya Demokratîk ya Gelan digel îmzeya gelek dam û dezgehên medenî li Stenbolê destpêkirina projeya Santrala Nûkleer ya li Akkuyuya Mersînê protesto kirin.

Rêxistinên Pîşeyî, Yekîtiya Baroyên Tirkiyê, Rêxistinên Ekolojiyê û Dam û Dezgehên Demokratîk bi pêşengiya HDPê li Stenbolê, projeya Sanrala Nukleer ya li Akkuya ya Mêrsînê ku ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Rûsyayê Vîledemîr Putîn ve bi merasîmekê dest pê kir bi şêweyî tund protesto kirin.

Di daxuyaniya çapemeniyê ya ku li Parka Maçkayê ya Stenbolê ji aliyê Lijneya Ekolojiyê ya HDPê ve birêve çû de, "Siyasiyên Nûkleerxwaz" hatin hişyarkirin û ji hikûmetê hate xwestin ku ew ji vê projeyê vegere. Hunav Altun'a endama Lijneya Ekolojiyê, di axaftina xwe de ragihand, ew ê nebin şirikê vê plana tevkujiya xwazayê û destûrê nedin ku li ti cihî ev Santralên Nûkleer bêne danîn.

Endama Lijneya Ekolojiyê Hunav Altun got: "Em wan siyasiyên Nukleerxwaz hişyar dikin. Dev ji wan xewnên xwe yên Santrala Nukleer berdin. Em ê destûrê nedin ku ne li Akkuyu, ne li Gerze ne jî li îgneadayê Santralên Nûkleer bêne çêkirin. Em dizanin ku bi rêya vê planê tê xwestin ku xaka Mezopotamya, Anatoliya Navîn û Trakyayê digel deverên wê yên avîn, wê bibin depoyên qadên avêtî yên Nûkleerê. Herwiha wê bi rêya vê projeyê bingeha şerê pîşesaziya Nûkleerî jî tê amadekirin. Biryara me teqez e û em ê rê nedin hilberîna Nûkleerî."

Endama Encûmena HDPê Beyza Ustun jî, projeya Santrala Nukleer wek projeyake siyasî bi nav kir û got; hikûmet û Erdogan wê prestîja xwe ya têkçûyî ya li Rojhilata Navîn, dixwazin bi rêya avêtina temelê Santrala Nukleer ya digel Serokê Rûsyayê Putîn careke din qezenç bikin û vê plana xwe ya komkujiya mirovahiyê jî meşrû bikin.

Endama Encûmena HDPê Beyza Ustun wiha axivî: "Ev proje, projeya mirin û komkûjiyê ye. Gelên ku li vê cografyayê dijîn digel hemû zindiyên din, roja ku vê projeyê dest pê kir wê bêne qetilkirin. Tesadufeke balkêş e; di sala 2015an de piştî wî agirê ku li çiyayê Cûdî hatibû derxistin, rojekê bişûnde jî li pişta qada vê projeya Santrala Nûkleer ya li Akkuyuyê daristan hatibûn şewitandin. Ji bo karibin vê projeyê bidin destpekirin, ev agir hemû bi plan hatibûn derxistin. Lewma em ê destûrê nedin vê provjeya siyasî ya ku komkujiya xweza û mirovahiyê pê tê armanckirin."

Li gorî daxuyaniya Lijneya Ekolojiyê, piştî ku santrala nûkleer dest pê bike û evêtiyên radyoaktîvîteyê tevlî xakê û hewayê bibin, rojek bi şûnde wê pêşî mirina ajalan dest pê bike, bi şûnde jî ya mirovan. Bi boçûna lijneyê, ji bo vê yekê hewcedarî pê nîn e ku careke din bobelateke wek Çernobîl an jî bi rêya tsûnamiyekê ew santrala nûkler hilweşe. Wê mirin ji ber xwe were. Hikûmetê bi Rûsyayê re peymana çêkirina Santrala Nûkleer di sala 210an de Îmze kir. Armanc dike ku ji bilî Akkuyu, li Gerzeya Sînop û Îgneadaya Kirklareliyê jî Santralên Nûkleer damezrîne.