Tifaqa CHP û Saadetê li Bakur hevkariyeke stratejîk derdixe holê

Ji bo Hilbijartinên 24’ê Hezîranê yên Parlementoyê, Partiya Komarî ya Gel CHP’ê û Partiya Saadetê biryar dabû ku di nav tifaqa Milet de cih bigirin. Ev tifaq dê li Bakûrê Kurdistanê ji bo herdu partiyan encamên çawa derxin holê? Di derbarê pirsê de namzetên CHP û Partiya Saadetê yên Diyarbekirê amaje dikin ku tifaqeke girîng û stratejîk derketiye holê.

 

K24 – Diyarbekir

Ji bo Hilbijartinên 24’ê Hezîranê yên Parlementoyê, Partiya Komarî ya Gel CHP’ê û Partiya Saadetê biryar dabû ku di nav tifaqa Milet de cih bigirin. Ev tifaq dê li Bakûrê Kurdistanê ji bo herdu partiyan encamên çawa derxin holê? Di derbarê pirsê de namzetên CHP û Partiya Saadetê yên Diyarbekirê amaje dikin ku tifaqeke girîng û stratejîk derketiye holê.

Yek ji tifaqên ku ji bo Hilbijartinên 24’ê Hezîranê çêbûn jî Tifaqa Milet e ku serkêşên vê tifaqê Partiya Komarî ya Gel CHP û Partiya Saadetê SP ye. CHP wekî partiyeke laîk û sekuler tê zanîn û Partiya Saadetê jî xwe wekî partiyeke muhafazakar û oldar pênase dike. Gelo dê hevkariya van partiyan li Bakûrê Kurdistanê tabloyeke çawa derxe holê? Di derbarê vê pirsê de Namzetê CHP’ê yê Diyarbekirê Mehmet Şerîf Dogrû amaje dike ku li Bakûrê Kurdistanê Saadet û CHP dê ji aliyên xwe yên xurt sudê werbigrin.

Mehmet Şerîf Dogrû ji K24ê re got: “Tifaqa li gel Saadetê ji bo CHP’ê baş e. Ji bo tevahiya Tirkiyeyê em binirxînin, tifaqa CHP û Saadete ji bo Saadete baş e. Ji ber ku pirsgirêka benda hilbijartinê ji bo Saadete heye ku bi xêra tifaqê dê Saadet rastî astengiya benda hilbijartinê neyê. Heger em ji bo herêma me bifikirin, vê carê jî tifaqa Chp û Saadete ji bo Chp’ê baş e. Ji ber ku li herêma me pêdiviya Chp’ê bi dengên muhafazakar heye.”

Partiya Saadetê jî di derbarê encamên tifaqê yên Bakûrê Kurdistanê de amaje dike ji bo ku CHP bikaribe xwe bi dengdêrên muhafazakar bide qebûlkirin, pêwîstiya wê bi Saadetê heye. Namzetê Saadetê yê Diyarbekirê Alaaddîn Tan dibêje; dengdêrên ku ji Ak Partiyê veqetiyane, dê berê xwe bidin  Saadetê û ev yek dê sîwana bangeşiya CHP’ê jî berfireh bike.

Alaaddîn Tan dibêje: “Rabirduya Partiya Saadetê li herêmê heye. Kesên ku niha dengên xwe didin Ak Partiyê berê bi piranî dengên xwe didan kevneşopiya Saadetê. Niha bi tifaqê pirsgirêka benda hilbijartinê ya Saadetê jî nema ye û ji ber vê yeke dê dengên me zêde bibin û bi vê yeke jî CHP dê bi rêya Saadetê jî bikaribe li herêmê xwe bigihîne dengdêrên muhafazakar.”

Partiya Komarî ya Gel CHP’ê li tevahiya bajarên Bakûrê Kurdistanê di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de 6 kursiyên parlementeriyê bi dest xistibû ku bi piranî jî dengên Kurdên elewî bi dest xistibû. Partiya Saadetê jî ku ji berdewamiya kevneşopiya Partiya Refahê ya Necmettîn Erbakan tê, potansiyela xwe ya Bakûrê Kurdistanê xurt dibîne.