Pispor: "Ji ber hewlên Amerîka Tirkiye nêzîkê Rusya û Îranê dibe"

Ji ber meseleya keşîşê Amerîkî di navbera her du Aliyan de ev çend rojê rageşî berdewam dike.

 

K24 – Enqere

Di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de ku ev heyamek bû bi rêkeftina Minbicê têkilî baş bû, niha jî ji ber meseleya keşîşê Amerîkî di navbera her du Aliyan de ev çend rojê rageşî berdewam dike. Li gorî pisporên Tirkiyê ji ber ku Amerîkayê di mijara gemaroya ser Îranê de piştgiriya Tirkiyê vernegirtiye dest bi gefan dike û dibêjin ji ber gefên Amerîka Tirkiye êdî nêzîkê Îran û Rusyayê dibe.

Rageşiya keşîş ya ku di navbera Tirkiye û Amerîkayê de bû sedema gurbûna kêşeyan berdewam dike. Hemberî azadnekirina keşîşê Amerîkî daxuyaniyên Washîngtonê yên li dijî Tirkiyê ku gotibû e wê gemaroyên gran li ser Tirkiyê karîger bikin di rojeva Tirkiyê de weke mijara sereke cihê digre.

Piştî rêkeftina Minbicê têkiliyên ku ber bi başbûnê ve diçûn, sedemên rûdana vê rageşiya nû ji aliyê Pisporên Tirkiyê ve tê nîqaşkirin.

Li gorî hejmarek zêde pispora sedema vê qeyrana dawî Îran e.

Lêkolînerê Navenda ÎRAMê Mehmet Koç ji K24ê re li ser vê pirsê wiha ji K24ê re axivî: “Amerika hewl dide di mijara gemaroya ser Îranê de piştevaniya Tirkiyeyê verbigre. Di vê çarçoveyê de şandeyekê Emerîkayê hefteya borî li Enqereyê hin hevdîtin pêk anîn. Lê piştevaniya ku ew li bendê bûn, bi dest nexistin. Tirkiyê ragihand ku ew ê li gorî biryara gemaroyê tev negerin. Heta dema ku Serokkomar Erdogan derbarê vê yekê de biyara xwe ragihand yekem car ji bo Îranê peyva 'hevalbendê stratejîk' bi kar anî. Biya min Washîngton bi vê yekê qehirî. Emerîka, ji bo ku Tirkiyê ji biryara wê ya derbarê Îranê vegerîne, hemû zextan lê dike. Geşedana dawî jî yek ji wan.”

Amerîka ev heyameke dirêje ji têkîliyên Tirkiye û Rûsyayê jî eciz e. Rêweberiya Washîngtonê ji bo ku Tirkiyê ji Rûsyayê dûr bixe serî li gelek rêyan da. Lê belê Tirkiye ya ku ji ber piştevaniya bo YPGê bertek nîşanî Amerîkayê da bibiryare ku têkiliyên xwe bi Rûsyayê re têk nebe. Serokkomarê Tirkiyê Erdogan ku li Juannesburga bajarê başûrê Efrîqayê di lûtkeya BRICS de bi Serokdewletê Rûsyayê Putîn re hevdîtinek pêk anî gotibû "piştewaniya navbera Tirkiye û Rusyayê de hin kesan dibizdîne" û ev gotinên Erdogan bo Emerîkayê wek peyamekê hate nirxandin.

Pisporê Rûsyayê Yaroslav Smaylov li ser vê yekê ji K24ê re got: “Gotinên Erdogan dide xuyakirin ku Tirkiye qeyrana Amerîkayê ya li ser Keşîş Brunson re çêkiriye, weke bertekekê li dijî pêwendiyên wê yên bi Rûsyayê re dinirxîne. Wekî hûn dizanin jî Amerîka demeke dirêj e hertim aciziya xwe bo standina S-400an ya ji Rûsyayê hatine kirîn bilev dike. rayedarên Amerîkayê ragihandibûn ku heger Tirkiyeyê dev ji standina wan bernede, ew ê ligel rawestandina firotina frokeyên F-35an, hin gemaroyên din jî karîger bikin. Meseleya Keşîş Brunson jî yek ji van e.

Hejmarek zêde pisporên Tirkiyê balê dikşînên ser vê yekê ku Amerîkayê çi çax bi darê zorê xwastibe Tirkiyê li ser biryara xwe vegerîne ev hewla wê her bi ser neketiye û Amerîka zerer dîtiye. Piştî rageşiya keşe û gefên Emerîkayê yên gemaroyê gelo têkiliyên Tirkiyê yên bi Rûsya û Îranê re dê berev ku ve biçin mijara ku niha tê meraqkirin ev e.