Endamekî Îtîlafê: Divê MSD tevlî şoreşa Sûriyê biba
Endamê Desteya Siyasî ya Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê Ehmend Remezan dibêje, Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) di siyaseta xwe de biser nakeve û divê tevlî şoreşa Sûriyê bibe.
K24 – Navenda Nûçeyan
Endamê Desteya Siyasî ya Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê Ehmend Remezan dibêje, Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) di siyaseta xwe de biser nakeve û divê tevlî şoreşa Sûriyê bibe.
Ehmed Remezan derbarê hevdîtinên vê dawiyê yên MSD û rêjîma Sûriyê de ji K24ê re got: “Pêwendiya di navbera MSD û rejîma Sûriyê de ne tiştekî nû ye û berya niha jî pêwendiyên wan hebûn, rejîma Sûriyê ne cihê baweriyê ye û berya niha Kurdên Sûriyê ji mafên wan yên rewa bêpar hiştibû û tenê ew dixwaze vegere desthilatdariya wan deveran bike.”
Endamê Desteya Siyasî ya Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê got jî: “MSDê siyaseta şaş berdewam dike, ku carina ligel Rûsiya kar dike û carnan ligel Amerîka û niha jî ligel rejîma Sûriyê. Diviyabû MSD ligel aliyên niştîmanî tevlî şoreşê biba û dê di dawiyê de jî di vê siyaseta xwe de biser nekeve.”
S. B