Partiya Sûriyeya Pêşerojê helwesta xwe ji hilbijartinên Sûriyê diyar dike

Di merasîmên vekirina nivîsgeha Partiya Sûriyeya Pêşerojê li bajarê Qamişlo, serokê wê partiyê Îbrahîm el-Qeftan diyar kir, heger guhertin di destûra Sûriyê de û bi taybetî di madeya 107an ya girêdayî bi rêveberiyên xwecehî de çênebin, ew beşdariyê di hilbijartinên rêveberiyên xwecehî de nakin.

 

K24 – Qamişlo

Di merasîmên vekirina nivîsgeha Partiya Sûriyeya Pêşerojê li bajarê Qamişlo, serokê wê partiyê Îbrahîm el-Qeftan diyar kir, heger guhertin di destûra Sûriyê de û bi taybetî di madeya 107an ya girêdayî bi rêveberiyên xwecehî de çênebin, ew beşdariyê di hilbijartinên rêveberiyên xwecihî de nakin.

Partiya Sûriyeya Pêşeroj ku di despêka meha Tebaxê de nivîsgeha xwe bi şêweyekî fermî li bajarê Qamişlo vekir, serokê wê partiyê Îbrahîm el-Qeftan ku yek ji endamê şanda MSDê bo Şamê jî bû û ligel rayedarên hikûmeta Sûriyê civiyabû, derbarê beşdariya wan di hilbijartinên rêveberiyên xwecehî de ku egere di meha Îlûnê de birêve biçin dibêje, heger madeya 107 ji destûra Sûriyê sererast bibe, wê çaxê eger e ew di hilbijartinan de beşdar bibin.

Serokê Partiya Sûriyeya Pêşeroj Îbrahîm el-Qeftan ji K24ê re wiha axivî: “Em beşdariyê di hilbijartinan de nakin, heger sîstema rêveberiya xwecihî ya Sûriyê neyê guhartin û bi taybet madeya 107. Her kes dizane ku hin komîte derbarê sîstema rêveberiyên xwecihî û rêveberiyên xweser de têne avakirin. Herwiha beşdarbûn û nebeşdarbûna me di hilbijartinan de, nayê wê wateyê ku em ne welatiyên Sûriyê ne û yan jî ev hilbijartin ne rewan e.”

Di aliyên yasayî de, hin parêzer dibêjin ku sîsytema rêveberiyên xwecehî li Sûriyê sîstemeke navendî ye û di riya parêzgarên her parêzgehekê re bi Serokê Sûriyê ve girêdayî ne û ji bo guherîna vê madeyê pêwist e parlementoya Sûriyê vê biryarê bipejîrîne û paşê Serokê Sûriyê jî wê pesend bike. 

Parêzer Mehmûd Omer ji K24ê re got: “Hemû rêveberiyên xwecihî di bin sîwana parêzgariya her parêzgehekê kar dike, ew jî bixwe li gor sîstem û yasayên vî welatî girîdayî bi navendiya Şamê be ye. Heger hilbijartin çê bibin û rêveberiyên xwecihî çê bibin, serokê vî welatî dikare wan hilweşîne û daxwaz bike di 6 mehan de hilbijartinên din çê bibin.”  

Partiya Sûriyeya Pêşeroj ku di 27 meha Avdara sala 2018an de li bajarê Reqayê hatiye damezrandin, wekî partiyeke niştimanî xwe nîşan dide û di civîna Şamê de jî beşdar bû. Li gorî serok û endamên partiyê, ewê di hemû komîteyên ku bêne avakirin de hebin.