Serokê Venezuela ji hewla kuştinê rizgar bû
Serokê Venezuela Nicolas Maduro dema li Karakas paytextê welatê xwe gotarek pêşkêş dikir, rastî hewleke kuştinê hat.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Venezuela Nicolas Maduro dema li Karakas paytextê welatê xwe gotarek pêşkêş dikir, rastî hewleke kuştinê hat.
Duhî li Karakasê dema Serokê Venezuela Nicolas Maduro gotarek di dema manora leşkerî de pêşkêş dikir, firokeyeke çavdêriyê ya bombebarkirî li nêzîkî wî teqiya, lê ew û hemû endamên hikûmetê ji wê hewla kuştinê hatin rizgarkirin.
Wezîrê Ragihandinê yê Venezuelayê Jorge Rodriguez diyar kir, di wê êrîşê de 7 leşker ji Pasewanên Niştimanî bi sivikî birîndar bûn.
Piştî bûyerê, Serokê Venizuelayê Nicolas Maduro di gotareke televizyonî de Serokê Kolombiya Juan Manuel Santos bi wê hewla kuştinê tometbar kir.
Ji aliyê xwe ve jî, Serokê Kolombiya Juan Manuel Santos ew tomet red kir û got ku, ti bingeh ji wan tometran re tune ne.
S. B