Operasyona Idlibê nakokiyan derdixîne
Li gor hinek şîrovekarên sîyasî ji ber ku li herêma Idlibê gelek welat cih digirin nakokî dê di navbera van welatan de derbikevin.
K24 – Stenbol
Beriya operasyona Idlibê destpê bike hevdîtinên Tirkiyê bi Rûsya û îranê re zêde dibin. Li ser vê mijarê 7ê Îlonê li ev her sê welat dê kombûnekê pêk bînin. Li gor hinek şîrovekarên sîyasî ji ber ku li herêma Idlibê gelek welat cih digirin nakokî dê di navbera van welatan de derbikevin.
Hikûmeta Sûriyeyê amadekariyên operasyona Idlibê dike. Beriya ku ev operasyon destpê bike Tirkiyeya ku leşkerên wê li herêma Idlibê cih digrin niha destbi hevdîtinan li gel Rûsya û Îranê kiriye. Li gor hinek pisporan li Idlibê berjewendiyên gelek aliyên cida hene ji ber wê ev operasyon dikare di navbera van aliyan de nakokiyan derxîne. Şaredarê berê yê navçeya Sûra Diyarbekir ê û şîrovekarê sîyasî Abdullah Demîrbaş dibêje çûyîna Tirkiyê li herêma Efrîn û Îdlibê de pirsgirêk dî derxistîne ji ber wê Amerîka û Rûsyayê biryar dane Idlibê ji çekdaran paqij bike.
Şîrovekarê sîyasî Abdullah Demîrbaş ji K24ê re wiha axivî: ‘’Tevlîbûna Idlibê,tevlîbûna Efrînê û Cerablusê bû sebeb ku pirsgirêkên dî derbikevin. Ji ber wê Amerîka û Rusya dibêjin emê Idlibê ji çekdaran paqij bikin. Tirkiye nêzîkbûna li kijan alî nîşan dide ,li aliyê Rusyayê nîşan dide yan Amerîkayê nîşand dide divê dîyar bike.Lê Tirkiye hatiye demeke wisa alîyê Rusya –Îranê cihbigire wê gavê Amerîka, NATO û welatên Ewropayê dike dijberê xwe. lê alîyê Amerîka û Ewropayê bigirê wê gavê Rusya û Îranê dike dijberê xwe.Lê êdî cîhan vê tiştê dibêje em li Idlibê çete naxwazin.’’
Serokê Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûrê Rojhilat Hakîm Daş jî ragihand ji bo derxistina terorîstan ji Idlibê niha pêwîstiya Rusya û îranê li Tirkiyeyê heye lê ji ber berjewendiyan cida nakokî jî dinavbera wan de hene.
Hakîm Daş got: ‘’Ji bo derxistina van (Terorîst) halê hazir pêwîstî li Tirkiye heye. Pêwîstiya hem Rusya hem îran hem jî suriyê vê gavê li wan heye. Amerîka jî dixwaze dinav Kurdan de roleke giring bigre. Rusya û Amerîka li rojhilata navîn nayên pêşberî hev. Tişta ku em dizanin li gel hevdu peyman çêkirine. Ji bo ku wan terorîstan ji wêde rê derxînin.’’
Serokomarê Tirkiyê Erdogan dê 7 îlonê ji bo lûtkeya di navbera Rusya û Îran û Tirkiyê de biçe Îranê û li bajarê Tebrîzê li gel van welatan li ser rewşa Suriyê û operasyona Idlibê hevdîtinan bikin. Li gor pisporan operasyona Îdlibê ji ber berjewendiyên cida yên van welatan dikare hin nakokiyên nû.