Sûriye Ji bo operasyona Idlibê dê benda encamên lûtkeya Tehranê be
Li ser mijara Idlibê li Tehranê bi beşdariya Tirkiye Rusya û Îranê 7ê Îlonê lûtkeyeke krîtîk heye.
K24 – Enqere
Li Sûriyê şerê navxweyî yê ku ev bi salane berdewam dike berev bi dawîbûnê ve diçe. Lê devera Idliba ku niha deste rêxistinên opozisyon de ye egera şereke mezin xwe dide der. Li ser mijara Idlibê li Tehranê bi beşdariya Tirkiye Rusya û Îranê 7ê Îlonê lûtkeyeke krîtîk heye. Wezîrê karên derve yê Suriyê jî ragihand ku ew ê benda encamên lûtkeya Tehranê bin. Hin Pisporên Tirkiyê dibêjin Tirkiye çavê xwe dê ji operasyoneke sînorkirî re bigre, li gorî hin pisporan jî armanca Rusyayê ew e ku Tirkiyê carek di bi Esad re bide rûniştin.
Di serdema ku li Sûriyê şerê navxweyî yê ku ev 7 salin berdewam dike berev bidawîbûnê ve diçe çavê hemû cîhanê li Idlibê ye ku Rejîma Surîyê amadehiyên xwe dike operasyoneke berfireh li ser wê devera ku opozisyona Suriyê lê dimîne pêk bîne. Beramberî vê yekê 7ê Îlonê li Tehranê li ser mijara Idlibê Tirkiye, Rusya û Îran li hev kom dibin. Li gel van rûdanan derbarê Idlibê de Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Welîd Mûalîm ragihand ku ew ê benda encamên lûtkeya 7 Îlonê bin û bi bawerin ku Tirkye û Rusya ji bo Idlibê çareseriyek peyda bikin.
Pisporê Rojhilata Navîn Oytun Orhan li ser vê pirsê ji K24ê re wiha axivî: “Axaftina Welîd Miellim jî dide nîşan ku Sûriye naxwaze di vê mijarê de bi Tirkiyê re were hemberî hev. Loma jî ji midaxeleyeke berfireh wêdetir ew dixwazin di lûtkeya Tehranê ya 7ê Îlonê de bi riya lihevkirinê vê meselê çareser bikin. Bêguman ji bo ku ji vê civînê rêkeftineke derkeve ew ê hemû alî di hin mijaran de tewîzê bidin. Dibe ku Tirkiye operasyoneke sînrokirî qebûl bike lê bi şertê ku Rûsya li Tel Rifatê operasyoneke di li dijî YPGê de piştgirî bide Tirkiyê. Heke ji vê lûtkeyê rêkeftineke dernekeve dibe ku rejîma Sûrîyê operasyeneke mezin bibe ser Îdlibê û dê ev rewş jî rê li ber têkçûna proseya Astanayê bike.”
Li Tirkiyê ya ku ji sala 2011an bi destpêka şerê navxweyî ya Sûriyê heta niha piştevanê herî mezin yê opozisyona Sûriyê bû ev heyameke dirêje nîqaşên ku careke din bi rêveberiya Esad re bikevin nava giftûgo û pêwendiyan de xwe didin der.
Li gorî pisporan, armanca Moskovayê ya sereke ew e ku di lûtkeya 7ê Îlonê de Tirkiyê qenah bike ku bi rêveberiya Şamê re hevdîtinan pêk bîne.
Pisporê Têkîliyên Navneteweyî Profesor. Dr. İlter Turan got: "Rûsya, ji aliyekê hewl dide pêwendiyên wê yên bi Surîyê re lawaz neke û ji aliyê din ve jî hewl dide Tirkiyê nexeyîdîne. Bi vê yekê jî dixwaze ji bo Îdlîbê çareseriyekê peyda bike. Armanca Rusyayê ew e ku Tirkiyê bi Esad re bîne bal hev. Nexwe dibe ku Sûriye dest bi şer bike û Rûsya jî dibe ku bibêje ez nikarim pêşî lê bigrim. Jixwe Îran ji duh ve dixwaze bi Surîyê re operasyonekê pêk bîne. Di vê çarçoveyê de dibe ku ji bo Tirkiyeyê problemekê mezin çêbibe. Biya min ji bo Îdlîbê çareseriya herî baş ev e ku heger Tirkiye bi Esad re bicive, dê bi zerarekê herî kêm vê yekê derbas bike û çareseriyekê bide avakirin."
Tê gotin li Idliba ku niha çavê hemû cîhanê li ser e 80 rêxistinên opozisyon lê bicih bûne. Tê diyarkirin ku ligel kesên di serî de ji Heleb û deverên berê di destê opozisyonê de bûne penaber niha 4 milyon sivîl li Idlibê dijîn. Herwiha li gorî Neteweyên Yekbûyî ger operasyoneke berfireh li ser Idlibê pêk bê dibe ku di navbera 2 milyon û nîv, 3 milyon welatiyên Sûriyeyî bibin penaber.