Heyet Tahrîr Şam pabendî rêkeftina Îdlibê dibe
Rayedarekî pilebilind ê hêzên opozîsyonê ragihand, Heyet Tahrir Şam digel berpirsên leşkerî yên Tirkiyeyê danûstandin dikin dê pabendî rêkeftina Îdlibê bibe. Ji alîkî din ve Hikûmeta Tirkiyeyê jî dide zanîn ku rêkeftina Îdlibê ji bo çareseriya siyasî sûda dawî ye û divê ji dest neçe.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rayedarekî pilebilind ê hêzên opozîsyonê ragihand, Heyet Tahrir Şam digel berpirsên leşkerî yên Tirkiyeyê danûstandin dikin dê pabendî rêkeftina Îdlibê bibe. Ji alîkî din ve Hikûmeta Tirkiyeyê jî dide zanîn ku rêkeftina Îdlibê ji bo çareseriya siyasî sûda dawî ye û divê ji dest neçe.
Her 3 wezîrên Derve yên Tirkiye, Rusya û Îranê li New Yorkê bi rojeva Îdlibê hatin ba hev. Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mewlût Çavuşoglu di derbarê naveroka hevdîtinê de ragihand, armanca kombûna wan cibicîkirina rêkeftina Îdlibê bû û ev rêkeftin ji bo çareseriya siyasî sûda dawî ye. Divê ev fersend ji dest wan neçe ji bo çareseriya siyasî ya krîza Sûriyeyê lezê bidin xwe.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu got: “Rêkeftina Îdlîbê ji bo çareseriya siyasî ya Sûriyê sûda dawî ye. Divê em vê fersendê ji dest nedin û sûd jê werbigrin. Divê em hêzên opozîsyonê û hikûmeta Sûriyê bînin ba hev û lezê bidin pêvajoya çareseriya siyasî. Divê êdî krîza Sûriyê bi pêvajoya siyasî bê çareserkirin û aştî û aramî were wî welatî.”
Lê ji bo çareseriya siyasî pirsa ku herî zêde tê gengeşekirin pabendbûna hêzên tûndrew yên wekî Heyet Tahrîr Şam a ji bo rêkeftinê Îdlibê ye. Li ser vê meseleyê jî amajeyên pêşveçûnê belav dibin.
Berpirsekî pilebilind ê opozîsyona Sûriyê, bi şerta ku navê wî neyê eşkere kirin ji ajansa Reurtersê re ragihand, Heyet Tahrîr Şam digel berpirsên leşkerî yên Tirkiyê di nav danûstandinê de ye û dê pabendî rêkeftinê bibe.
Berpirsekî din ê opozîsyonê jî daye zanîn, ku ti komên çekdar pirsgirêkê dernaxin û dê pabend bin.
Li ser vê pirsê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan jî eşkere kiribû ku komên çekdar dest bi vekişîna ji Îdlibê kirine. Bêçekirina hêzên tundrew dê di bin desthilatdariya Tirkiyê de be.