Vîdyoya kêlîka terorkirina Serokê Donetsk belav bû

Serokê Donetsk Alexander Zakharchenko, dema ku derbasî kafeyekê dibe, ew kafê rasterê tê teqandin û di encamê de canê xwe jidest dide.

K24 - Navenda Nûçeyan. 

Girte vîdyoya kêlîka terorkirina serokê Donetsk Alexander Zakharchenko hat belavkirin û têde diyar dibe, dema ku derbasî kafeyekê dibe, ew kafê rasterê tê teqandin û di encamê de canê xwe jidest dide.

Ew girte ji kamîreya çavdêriyê hatiye wergirtin, destpêkê kerwanê otombêlên Alexander Zakharchenko tên wî cihî û li ber deryê kafê radiwestin, piştre Zakharchenko li gel çend pasewanan derbasî kafeyê dibin û rasterê ew kafê tê teqandin.

Ew teqîn di 31ê Tebaxa îsal de bûye, ku di encamê de, serokê Donetsk Alexander Zakharchenko hat terorkirin û wekî malpera RT a Rûsî behs dike, ew bûyer teroristî bû û Komara Donetsk, welatê Ukrayna bi encamdana wî karî tometbar dike, lê Ukrayna wê tometê red dike.

Alexander Zakharchenko, serkirdeyê serbazî û serokê berê yê Donetsk, di 26ê Hizêrana 1976an de jidayik bû û serkirdeyekî cudaxwaz bû, di 11ê Gulana 2014an de, cudabûna Donetsk ji Ukranya ragihand û Rûsya piştevaniya wî kir, lê di dawiya Tebaxa 2018an de, ji encama teqînekê li nav paytexta Donetsk cane xwe jidest da.

N.O

Fly Erbil Advertisment